Sine; Biryara binçavkirina Ferdîn Şêx El-Îslamî Wetenî hat dirêjkirin
Biryara binçavkirina Ferdîn naskirî bi (Ako) Şêx El-Îslamî Wetenî welatiyê bajarê Sine ji aliyê lêpirsîna dozgeriya giştî û şoreşa vî bajarî ve bo mehekê hat dirêjkirin.
Ev welatiyê Kurd ê temen 40 salî, 11’ê Rezbera sala 1403’an a Rojî, piştî ku hêzên ewlehiyê tevî hevjîna wî Ferîba Muradiyan, mala wî kontrol kirin, binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sine veguhastin.
Piştî du rojan ji lêpirsînê, xanim Muradiyan bi danîna barimteyê hat berdan, û Şêx El-Islamî Wetenî ji peywendiyên telefonî, hevdîtina bi malbata xwe re û diyarîkirina parêzer jî bêpar maye.
Ferdîn Şê El-Îslamî Wetenî jî di sala 1397`an a Rojî de ji ber çalakiyên jîngehparêzî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî danîna barimteyê hatibû berdan.
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin, tohmet û çarenivîsa vî welatî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.