Akam Emînî û Mîlad Nasirî ji bo girtîgeha Bokanê hatin veguhastin
Di rojên derbasbûyî de, Akam Emînî û Mîlad Nasirî, du ciwanên Kurd ên xelkê gundê “Kanîreş” a ser bi bajarê Bokanê, piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, bo girtîgeha vî bajarî hatin veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev her du welatî li girtîgeha Îdareya Îtila’ata Bokanê de lêpirsîn bi wan re hatiye kirin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, bo taya ciwanan a girtîgeha vî bajarî hatine veguhastin.
Roja Çarşemî 2’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, Mîlad Nasirî bêyî nîşandana belgeya dadgehê, li gundê “Kanîreş”ê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Herwisa roja Pêncşemî 3ê Xezelwera 1403an a Rojî, Akam Emînî piştî gazîkirina bo Îdareya Îtla`ata Bokanê ev jî wir hat binçavkirin.
Roja Çarşemî 2’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî hebûna belgeya dadgehê, avêtin ser mala Akam Emînî û piştî lêgerîna mala wî, dest danîn ser telefona wî.
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina van her du welatiyên Kurd de, ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.