Cehangîr Rehîmî li girtîgeha Seqizê hat îdamkirin

01:41 - 27 Çirriya paşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 6ê Sermaweza sala 1403an a Rojî, girtiyê bi navê “Cehangîr naskirî bi(Muslim) Rehîmî” xelkê Seqizê li girtîgeha vî bajarî de hate îdamkirin.
 
Ev girtiyê han 2 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
 
Ev girtiyê han xelkê gundê “Tahir Bexde” ya bajarê Seqizê ye, zewicî ye û xwediyê yek zarokê ye.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.