Şino; 3 welatiyên Kurd cezayê girtîgehê li sr wan hat sepandin
Sê welatiyên Kurd bi navên “Diyako Ezîzî” xelkê gundê “Bab Xalidava”, “Luqman Zengî” û “Siyamend Zengî” xelkê gundê “Kanî Sûrak” a ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê taya 101a Dadgeha Cezayên Giran a2 ya vî bajarî bi serokatiya dadwer. Ensarî" her yek ji wan 16 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev her sê welatî bi “pêwendî û hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozîsyona hikûmeta Îranê re” tohmetbar kiriye.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Rûniştina dadgehê li bara tohmetên van her sê welatiyên Kurd li roja 5ê Xezelwer a sala 1403an a Rojî hat lidarxistin û piştî sê rojan bi fermî ceza ji wan re hat ragihandin.
Sibeha roja Çarşemî 14ê Xermanana sala 1403an a Rojî, Diyako Ezîzî bêyî nîşandana belgeya dadgehê û bi tundûtûjiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.
Sibeha roja Çarşemî 14ê Xermanana 1403an a Rojî, Luqman Zengî bêyî nîşan dana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Urmiyê hatibû veguhastin.
Piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, ev welatiyê Kurd bo girtîgeha Şinoyê hatibû veguhastin û roja Şemî 14’ê Rezbera 1403’an a Rojî, piştî danîna barimteya Yek milyar û 200 milyon Tûmenî, ji girtîgeha vî bajarî hatibû azadkirin.
Sibeha roja Çarşemî 14ê Xermanana 1403an a Rojî, Siyamend Zengî bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û li girtîgeha Îtilaata Urmiyê lêpirsîna wî hatibû kirin.
Roja Çarşemî 4’ê Rezbera 1403’an a Rojî, ev welatiyê han piştî danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Şinoyê azad bibû.
Wêne ji rastê ber bi çepê: Diyako Ezîzî, Siyamend Zengî û Luqman Zengî