Li girtîgeha Urmiyê du girtî hatin îdamkirin
18:43 - 4 Çirriya paşîn 2024
Sibeha roja Duşemî 14’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, du girtiyên bi navên “Ramîn Kazim Elîlû” û “Elî Momeinî” xelkê Urmiyê li girtîgeha vî bajarî de hatin îdamkirin.
Roja Şemî 12’ê Xezelwerê, ev her du girtî ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê, bo odeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê hatibûn veguhastin.
Ramîn Kazim Elîlo yê 32 salî û Elî Momeinî yê 24 salî di Rêbendana 1401`an a Rojî de bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" di du dozên cuda de hatibùn binçavkirin û cezayê îdamkirinê ji wan re hatibû dayîn.
Heta niha nûçeya îdamkirina van her du girtiyan ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.