Girtiyê Kurd Eşkan Yarî li girtîgeha Hemedanê hat îdamkirin

14:34 - 10 Çirriya pêşîn 2024

Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, sibeha roja Şemiyê 14ê Rezbera 1403an a Rojî, girtiyê Kurd ê bi navê “Eşkan Yarî” xelkê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Hemedanê de hat îdamkirin. 
 
Ev rêxistina mafê mirov li ser zarê çavkaniyekî agahdar ragehandiye: Eşkan Yarî berî çar salan bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatibû binçavkirin û cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.