Ji bo birêvebirina cezayê girtîgehê bang li çalakvanê kedkariyê Murteza Saîdî kirin

00:04 - 31 Çirriya pêşîn 2024

Murteza Seîdî, çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Kamiyaranê, bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê, bo taya sêyem a cîbicîkirina cezayan a bajarê Qudsê hat gazîkirin.
 
Li gora gazînameya ku roja Çarşemî 9ê Xezelwera 1403an aRojî bidest xistiye, divê ev çalakvanê kedkariyê di heyama pênc rojên bê de, ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê, xwe bo girtîgehê bide nas kirin.
 
 Saîdî ji aliyê taya duyem a Dadgeha Şoreş ya Şehryar bi serokatiya dadwer "Behram Penahî" bi tohmeta "pêkanîna girûpê bi armanca têkbirina ewlehiya welat" 2 sal girtîgehê hat cezakirin û ev biryar roja Şemiyê 2 Pûşpera 1403an rojî hatiye dayîn Ev çalakvanê kedkar hatiye agahdarkirin.
 
Li gor gotina vî çalakvanê kedkariyê, cezayê ku li dijî wî hatiye dayîn, li dadgeha îstînafê ya parêzgeha Tehranê hatiye piştrastkirin.
 
Roja Çarşemî 6ê Banemera 1402`an a Rojî, rûniştina dozên Murteza Seîdî li gel parêzerê wî li taya duyem a dadgeha Şoreş a Şehryar birêve çû.
 
 Seîdî roja Duşemî 19’ê Banemera 1401’an a Rojî, bi danîna barimteya heta dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Êvînê hat azadkirin.
 
Murteza Seîdî roja Înê 26’ê Xakelêweya 1401’an a Rojî li gel çend çalakvanên din ên kedkariyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.