Merîwan; Berdewama binçavkirin û nediyarbûna çarenivîsa Elî Rûhî
Tevî ku 4 roj bi ser binçavkirina welatiyê Merîwanê Elî naskirî bi (Pişko) Rûhî re derbas bûne, lê ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin.
Li gor çavkaniyek agehdar, roja Şemî 5’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, ev welatiyê Kurd bi rêya peywendiya telefonî bo Îdareya Îtilaata Merîwanê hatiye gazîkirin û piştî ku serî li vê dezgeha ewlekarî de daye, hatiye binçavkirin û bo îtrafên bi zorê bogirtîgeha Îtlaata Sine hatiye veguhsstin.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Rûhî piştî binçavkirinê ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Heya niha hewlên malbata Elî Rûhî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane.
Ev welatiyê Kurd zewicî ye, xwediyê yek zarok e û xelkê gundê “Esir Ava” ya ser bi bajarê Merîwanê ye.
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.