Serdeşt; Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

12:03 - 25 Çirriya pêşîn 2024

Sibeha roja Înê 4’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Îbrahîm Ehmednijad” xelkê Mehabadê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Serdeştê hat kuştin.
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî.
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Termê vî kolberî dê bo nexweşxaneya Serdeştê bê veguhastin û piştî bidawîhatina rêkarên yasayî dê bo Mehabadê bê veguhastin.
 
Îbrahîm Ehmednijad ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê serî li Kolberiyê li sînorê Serdeştê dabû.