Seqiz; Piştî şeş rojan binçavkirin û nediyarbûna çarenivîsa Îdrîs Fethî
08:46 - 23 Çirriya pêşîn 2024
0 Rezbea 1403`an a Rojî, Şeş roj bi ser binçavkirina bi tundî ya welatiyê Kurd ê Seqizê Îdrîs Fethî re derbas dibe û heta niha ti zanyariyek li derheq çarenivîs û cihê ragirtina wî de nîne.
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Roja Çarşemî 25’ê Rezbera 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê êrîşî mala “Îdrîs Fethî” li gundê “Kanemat” a bajarê Seqizê kirin û ji ber ku li malê amade nebû, ji bo binçavkirina wî, êrişî gundê “Bestam”ê kirin. Di dema xebata kar de hat binçavkiribûn û bo cihekî nediyar veguhastin.
Çavkaniya agahdar ji Kurdpayê re diyar kir; Heya niha ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirina vî welatiyê Kurd de tine û şopandina malbata navborî jî ji bo zanîna çarenivîsa Fethî bê bersiv maye.