Mehdî Çiraxî li girtîgeha Qorwê hat îdamkirin
Sibeha roja Sêşemî 1’ê Xezelwera 1403’an a Rojî, girtiyê Kurd ê bi navê “Mehdî Çiraxî” xelkê Qorwê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî de hat îdamkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han roja Duşemiyê 30’ê Rezbera 1403’an a Rojî bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qorwê hatibû veguhastin.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev girtiyê han heft salan berî niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin.
Vê çavkaniya agehdar diyar kir: Mehdî Çiraxî berî du heftiyan ji girtîgeha Sine bo girtîgeha Qorwê hatibû veguhastin.
Ev girtiyê han di Gelawêja sala derbasbûyî de ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya taekesî ya girtîgeha Sine hatibû veguhastin.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.