Bokan; 10 meh cezayê girtîgehê li Zehra Sacidîniya hat birîn

22:15 - 15 Çirriya pêşîn 2024

Zehra Sacidîniya welatiya bajarê Bokanê ji aliyê taya 101 a dadgeha tawanan a vî bajarî bi 10 meh heps hat cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev welatiya temen 38 salî bi “propagandaya dijî hikûmetê” tometbar kiriye û ev ceza li roja 8’ê Rezbera sala 1403’an a Rojî de bi ser wê de hatiye sepandin. 
 
Xanima Secadîniya roja 10’ê Gelawêja 1403’an a Rojî piştî gazîkirina bo Îdareya Îtila`ata Bokanê hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo navenda binçavkirina vê dezgeha ewlehiyê ya Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Ev welatiya Kurd piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bi danîna barimteyê heta dawiya dozê bi awayekî demkî hatiye berdan.