Girtiyê Kurd Nasir Mihemedî Hingirwanî li girtîgeha Urmiyê hat îdamkirin

22:14 - 15 Çirriya pêşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 24’ê Rezbera 1403’an a Rojî, girtiyê Kurd bi navê “Nasir Mihemedî Hingirwanî” kurê Xelîl xelkê gundê “Nêçelan” a ser bi navçeya Soma û Bradost a Urmiyê, li girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê hat îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê berpirsên dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.