Li sînorê Newsûdê kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

09:11 - 3 Çirriya pêşîn 2024

Êvariya roja Çarşemî 11’ê Rezbera sala 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Tariq Nezerî” kurê Mela Hatem, li sînorê Newsûdê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên dewletê ve hat kûştin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî. 
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Ev kolber piştî teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê bi giranî birîndar bibû û ji ber giraniya birînan jiyana xwe ji dest da. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Termê Kolber ji bo pizîşkiya dadwerî ya Pawe hatiye veguhastin û heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin. 
 
Tariq Nezerî, zewicî ye, sê zarokên wî hene, xelkê bajarê Selas Bawecanî ye û li Ciwanroyê dijî.