Hejmara kesên li Şinoyê hatin binçavkirin derket 3 kesan

21:56 - 4 Îlon 2024

Sibeha roja Çarşemî 14’ê Xermanana 1403’an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Luqman Zengî” û “Siyamend Zengî” xelkê gundê “Kanî Sûrek” a ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin, bin van her du welatiyan, hejmara kesên ku danê sibê li Şinoyê hatin binçavkirin derket 3an. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev her du welatî di mala a şexsî de binçavkirin e. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên van her du welatiyan de ti zanyariyek tine. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Çarşemî 14’ê Xermanana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Diyako Ezîzî” xelkê gundê “Bab Xalidava” ya ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Luqman û Siyamend Zengî