Urmiye; Ehmed Mamzade piştî danîna barimteyê hat berdan
21:53 - 4 Îlon 2024
Roja Sêşemî 6ê Xermanana 1403an a Rojî, Ehmed Mamzade welatiyê bajarê Bokanê, bi danîna barimteya Sê milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hat azadkirin.
Roja 26’ê Xakelêweya sala 1402’an a Rojî, ev welatiyê han bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe ya şexsî de hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Urmiyê hatibû veguhastin.
Mamzade piştî lêpirsînê bo girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.