Girtîgeha Êvînê; Girtiyê xwedî baweriya siyasî Luqman Elîzade ji ber îşkenceyê rewşa wî giran e
Girtiyê xwedî baweriya siyasî Luqman Elîzade piştî zêdetirî salekê li binçavkirinê ji ber îşkenceyên giran li girtîgehên ewlehiyê di rewşa fizîkî ya giran de ye.
Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Di encama îşkenceyên giran de ev girtiyê xwedî baweriya siyasî tûşî infeksiyona rûvî û xwînrijandinê û nexweşiya dil bûye û hat ragihandin ku heta îtîraf bike dê mafê dermankirinê û serbestberdana demkî jê bê standin.
Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde dike; Elîzade di bin îşkenceyê de di girtîgehê de bi giranî roviyên wî çilk kirin e û tevî yek neştegeriyekê hîn jî xwîn jê tê. Her wiha di van demên dawî de dilê wî bi nexweşiyekê ketiye. Ji aliyeke din ve jî dezgehên ewlekarî jê re ragihandine ku heta îtiraf neke, ji mafê çareser kirina pizîşkî û serbestberdana demkî bi danîna barimteyê jî dê bêpar bimîn e.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, Elîzade di rewşek nebiryar de ye û ti cezayek ji bo wî derneketiye.
Ev girtiyê temen 34 salî, roja 13 Xermanana sala 1402’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin, û heya çend mehan tu agahî ji çarenivîs û cihê ragirtina wî nehatine zanîn. Paşê di Rêbendana sala 1402an a Rojî de ew bo girtîgeha Êvînê tê veguhastin.
Luqman Elîzade xelkê gundê “Sarûqamîş” a ser bi bajarê Bokanê ye. Heya niha jî ne diyar e çima bo navendên ewlehiya Tehranê û girtîgeha Êvînê hatiye veguhastin.