Mihabad; Mihemedriza Qeyteranî 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

10:04 - 26 Îlon 2024

Mihemedriza XQeyteranî, yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji aliyê taya yekem Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê bi serokatiya dadwer Dostî bi 6 meh girtîgeh hat cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev xortê Kurd bi “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” tometbar kiriye û ev ceza roja Sêşemî 3’ê Rezbera 1403’an a Rojî, bi ser wî re hatiye dayîn. 
 
 Qeyteranî di 15’ê Gelawêja 1403’an a Rojî de bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî ji girtîgeha Mehabadê bi awayekî demkî hatiye azadkirin. 
 
Piştî binçavkirinê, ev welatiyê han ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên binçavkirinê yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û piştî bidawîhatina lêpirsînê, bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin. 
 
Qeyteranî di dema binçavkirinê de navbirî ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par mabû. 
 
Roja Pêncşemî 21’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, Mihemedriza Qeyteranî xelkê gundê “Girde Yeqûb” a ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Pêştir di 1’ê Rezbera sala 1401’an a Rojî de, Mihemedriza Qeyteranî kurê Celal di xwepêşandanên serhildana şorişgerî ya Jin, Jiyan Azadî li meydana “Êstiqlal” a Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Piştî çend rojan ji binçavkirina li girtîgehên Mehabadê, ji bo lêpirsînê bo girtîgehên Urmiyê hatibû veguhastin û piştî lêpirsînê jî bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin. Di dawiyê de piştî du mehan ji girtîgehê, ji girtîgeha Mehabadê hatibû berdan.