Piştî lêpirsînê Elî Hisêynpûr bo girtîgeha Nexede hat veguhastin

20:33 - 20 Îlon 2024

Roja Sêşemî 27ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Elî Hisêynpûr” xelkê gundê “Çiyane” ya ser bi bajarê Pîranşarê, ji girtîgeha Îtlaata Urmiyê bo girtîgeha Nexede hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar bûye. 
 
Sibeha roja Pêncşemî 15ê Xermanana sala 1403`an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, êrişî mala Hisêynpûr kirin û navbirî binçav kirin e. 
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Elî Hisêynpûr de ti agahî nehatine bidestxistin.