Merîwan; Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan Rêbwar Kerîmiyan di şer û pevçûneke di navbera Spaha Pasdaran û endamên vê partiyê de jiyana xwe ji dest da

22:37 - 19 Îlon 2024

Sibeha roja Pêncşemî 29ê Xermanana 1403an a Rojî, endamê serkirdayetiya wê partiyê bi navê “Rêbwar Kerîmiyan” li bilindahiyên sînorê “Sorîn” li bajarê Merîwanê di encama şer û pevçûneke leşkerî di navbera Spaha Pasdaran û tîmeke pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde ev alozî piştrast kir û ragihand ku endamê komîteya navendî ya vê partiyê “Rêbwar Kerîmiyan” jiyana xwe ji dest daye. 
 
Di vê daxuyaniyê de hatiye ku, şer û pevçûn di navbera hêzên Spaha Pasdaran û vê tîma endamên Komeleyê de ji demjimêr 3 serê sibê heta îro piştî nîvro bi avêtina hawan û topan berdewam kiriye. 
 
Komeleya Zehmetkêşan amaje bi vê yekê jî kir ku ewê zanyariyên zêdetir di vê derheqê de biweşînin. 
 
Li gor zanyariyên Kurdpa, tîmeke pêşmergeyên xebatkar ên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê bûne armanca êrîşên Spaha Pasdaran û heya niha jî vê partiyê mirina wan piştrast nekiriye. 
 
Herwiha medya û kanalên Spaha Pasdaran tenê behsa mirina “Rêbwar Kerîmiyan” kirin. 
 
Ji aliyeke din ve li gor vîdyoyên belavbûyî, di vê pevçûnê de beşeke zêde ji daristanên derdora gundên “Oskûl” û “Siyanav” bi sedema topbarana hêzên Spaha Pasdaran şewitîn û heta niha nehatine kontrolkirin.