Seqiz; Rojnamevanê Kurd Ferdîn Mistefayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

20:17 - 18 Îlon 2024

Roja Çarşemî 28ê Xermanana 1403an a Rojî, Ferdîn Mistefayî birêveberê kanala telegramî ya “Saqiz Rûdaw” û endamê Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev rojnamevan li yek ji kafeyên bajarê Seqizê binçav kirin e. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina Mistefayî û tawanên li ser wî de ti agahî nehatine bidestxistin. 
 
Di Çiriya Paşîn a sala 1402’an de ev rojnamevan bi îdiaya “belavkirina derewan û nerihetkirina hişê gel” ji bo polîsê FATÎ hat gazîkirin û lêpirsîn hat vekirin.