Dîwandere; Binçavkirina Mîlad Pîranî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

19:12 - 13 Îlon 2024

Roja Çarşemî 21ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mîlad Pîranî” temen 32 salî, xelkê gundê “Qela Kohne” ya ser bi bajarê Dîwandereyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê bi ser mala vî welatî de girtin û bi tundûtîjî ew binçav kirin. 
 
Mîlad Pîranî zewicî ye û zarokek wî heye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Mîlad Pîranî de ti agahî tine.