Piştî mehekê binçavkirin û lêpirsînê Eyûb Demawendî bo girtîgeha Nexede hat veguhastin

19:19 - 1 Îlon 2024

Îro Yekşemî 11ê Xermanana 1403an a Rojî, Eyûb Demawendî welatiyê Kurd xelkê Pîranşarê, li girtîgeha Îtila`ata Urmiyê de hate binçavkirin û lêpirsîn hate vekirin û bo girtîgeha Nexede hate veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Demawendî berî mehekê bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Spaha Pasdaran ve bi ser mala wî de hatibû girtin. 
 
Eyûb Demawendî kurê Ebdullah xelkê gundê “Dilze” yê ser bi bajarê Pîranşarê ye. 
 
Heya niha ti zanyariyek li derheq tohmetên li ser vî welatiyê Kurd tine ye.