Girtiyekî xelkê xelkê Hersînê li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê hat îdamkirin

18:00 - 12 Îlon 2024

Sibeha roja Çarşemî 21ê Xermanana 1403an a Rojî, girtiyê bi navê “Secad Benidigî” xelkê Hersîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha Qizlhisar a Kerecê hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han roja Sêşemî 20’ê Xermananê ji bo derbaskirina cezayê xwe bo odeya takekesî hatibû veguhastin. 
 
Ev girtiyê han pêştir bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.