Celîl Mevlûdî bi danîna barimteyê ji girtîgeha Urmiye hat berdan

21:49 - 11 Îlon 2024

Roja Sêşemî, 20ê Xermanana 1403an a Rojî, Celîl Mevlûdî, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Bokan, bi danîna barimteyê bi awayek demkî ji girtîgeha Urmiye hat berdan. 
 
PêştirBerdana Mevlûdî ji aliyê berpirsên girtîgeha Urmiye ve hatibûred kirin. 
 
Celîl Mevlûdî li 27ê Xakelêweya sala 1402an a Rojî, li Bokanê bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiye hatibû veguhastin. 
 
Ev welatiyê Kurd piştî qedandina pêvajoya lêpirsînê bo girtîgeha Urmiye hatibû veguhastin. 
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê li derheq sebeba binçavkirin û tohmetê li ser Mevlûdî ti agahiyek tune.