Merîwan; Binçavkirina Kamran Efserî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
21:48 - 11 Îlon 2024
Roja Sêşemî, 20ê Xermanana 1403an a Rojî, welatiyek Kurd bi navê Kamran Efserî, kurê Ehmed xelkê gundê Nêy a ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cîhek nediyar veguhastin.
Li gorî çavkaniya agahdar, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala wî welatiyê Kurd û bê nîşandana belgeya dadwerî ev binçavkirin e.
Vê çavkaniya agehdar zêde kir,hêzên ewlehiyê bi tundûtîjî û lêdanê Kamran Efiserî binçav kirin e.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Kamran Efiserî ti zanyarî tune.