Hejmara kesên ku li girtîgeha Miyandavê hatine îdamkirin derket 2yan

09:54 - 10 Îlon 2024

Sibeha roja Duşemî 19ê Xermanana sala 1403an a Rojî,  girtiyê bi navê “Silêman Qehremanî” li girtîgeha Miyandavê hat îdamkirin ku digel wî girtiyê hejmara kesên di vê rojê de hatin îdamkirin derket 2yan. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han 5 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn . 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Duşemî 19ê Xermanana 1403an a Rojî, girtiyekî din yê bi navê “Fêyzula Hisênpûr” xelkê Şahindêjê û rûniştiyê bajarê Bokanê, li girtîgeha Miyandavê hat îdamkirin.