Li Girtîgeha Miyandavê girtiyek hate îdamkirin
22:50 - 9 Îlon 2024
Roja Duşem, 19ê Xermanana 1403an a Rojî, girtî bi navê Faêyzula Hisênpûr, xelkê bajarê Şahîndijê û rûniştiyê bajarê Bokan, li Girtîgeha Miyandavê hate îdamkirin.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev girtî roja Yekşemê, 18ê Xermanana 1403an a Rojî, bo odeya takekesî hatibû veguhastin, da ku cezayê îdamkirina wî were cî bi cî kirin.
Ev girtî 5 salan beriya niha li ser tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû binçavkirin û piştire ji aliyê berpirsên dadwerî ve cezayê îdamη lê hatibû birîn.
Fêyzula Hinsênpûr, zewicî ye û sê zarokên wî hene û xelkê gundê Çirax Êbdal a ser bi bajarê Şahîndijê ye.
Heta niha nûçeya îdamkirina wî girtiyê, ji aliyê medya û dezgehên fermî yên Îranê ve nehatiye ragihandin.