Li bajarê Dîwandere 4 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

23:35 - 8 Îlon 2024

Sibeha roja Yekşemî 18 Xermanana sala 1403’an a Rojî, Mihemed Emînî, Nevîd Şerîfî, Fuad Muradî û Ferhad Qemerî, çar welatiyên Kurd ên xelkê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, binçavkirina van 4 welatiyan ji aliyê hêzên ewlekarî ve bê nîşandana belgeya dadgehê hatiye kirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Fuad Muradî li gundê “Kîle Kebûd”, Nevîd Şerîfî li gundê “Kanî Sefîd” û Ferhad Qemerî û Mihemed Emînî li bajarê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hevdem hatin binçavkirin. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser van çar welatiyên Kurd de tine. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Fuad Muradî û Ferhad Qemerî