Cezayê girtîgehê yê Omîd Ehmedreş, piştî çendîn binçavkirinên bê belge, bû biryara vekirî

19:18 - 1 Îlon 2024

Cezayê girtîgehê yê welatiyê Kurd ê Pîranşarê Omîd Ehmedreş ku pêştir bi 10 meh girtîgeh hatibû cezakirin, piştî çend mehan ji binçavkirina wî li girtîgeha Nexede, bo biryara vekirî. 
 
Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji  Kurdpayê re ragihandiye; Ev welatiyê Kurd di heyama çend mehan de ku di girtîgeha Nexede de maye, ji mafê hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye. 
 
Omîd Ehmedreş roja Şemî 23’ê Rêbendana 1402’an a Rojî, piştî ku ji bo cîbicîkirina cezayê xwe bo taya yekem a Îdareya Cezayan a Serdozgeriya Giştî û Şoreş a bajarê Pîranşarê hatibû gazîkirin, bo girtîgeha Nexede hatibû veguhastin. 
 
Pêştir bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” ji aliyê dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer “Ojaqlû” bi 10 meh gitîgeh bo Ehmedreş hatibû birîn. 
 
Ew di Pûşpera sala 1402’an a Rojî de ji aliyê hêzên îtla`ata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û piştî heyamekê ji lêpirsînê li navenda binçavkirinê, bi danîna barimteyê hatibû berdan. 
 
Omîd Ehmedreş xelkê gundê “Lekbin”a ser bi bajarê Pîranşarê ye.