Dêhgolan; Çalakvanê medenî Hikmet Emîrî 42 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

20:53 - 7 Tebax 2024

Hikmet Emîrî, çalakvanê medenî yê xelkê Dêhgolanê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş ya vî bajarî bi serokatiya dadwer Rostemî Ehiqer, bi 42 meh girtîgehê hat cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiy, li gor biryara dadgeha jêrîn, ev çalakvanê medenî bi tohmeta “propangendeya li dijî hikûmetê” û “hevkariya rêxistinî bi girûpan re” bi 6 meh girtîgeh û 36 meh girtîgeh bêdem hatiye cezakirin." 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev ceza di destpêka Gelawêja sala 1403`an a Rojî de ji vî çalakvanê medenî re hatiye ragihandin. 
 
Civîna dadgehê li ser tohmetbarkirina Emîrî di meha Xakelêweya sala 1403’an a Rojî de li Dadgeha Şoreş a Dêhgolanê hate lidarxistin. 
 
Hikmet Emîrî di warê jîngeh û dermankirina tûşbûyên bi madeyên hişber de çalak e.