Li ser sînorê Bane kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin
21:29 - 30 Tebax 2024
Roja Înê 9’ê Xermanana sala 1403’an a Rojî, li sînorê “Alût” a ser bi bajarê Bane, ciwanekî Kurd ê temen 24 salî, bi navê “Esed Êspandar” xelkê Serdeştê, ji aliyê hêzên leşkerî yênn hikûmetê ve hat kuştin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê teqe li vî kolberî kirine û gule li sînga wî ketiye.
Termê vî kolberî li gundê “Qole Siwer” a Serdeştê bi axê hat spartin.