Girtiyekî kurd li girtîgeha Tevrêzê hat îdamkirin

20:52 - 23 Tebax 2024

Sibeha roja Pêncşemî 1ê Xermanana 1403an a Rojî, girtiyê Kurd bi navê “Xalid Cehangîrî” kurê Ebdullah, xelkê gundê “Balû” a ser bi bajarê Urmiyê, li girtîgeha Tevrêzê hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han nêzî 5 salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Xalid Cehangîrî zewicî ye û sê zarokên wî hene. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.