Îdamkirina girtiyek li girtîgeha Miyandavê

18:13 - 21 Tebax 2024

Sibeha roja Çarşemî 31’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, girtiyekî bi navê “Mihemed Daxistanî” rûniştiyê “Vîla Şehr” a ser bi bajarê Urmiyê, li girtîgeha Miyanavê hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han pêştir bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Mihemed Daxistanî kurê Elî xelkê gundê “Hekî” a ser bi navçeya Tirgewer a Urmiyê ye. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.