Li sînorê Bane bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê kolberek birîndar bû

18:56 - 20 Tebax 2024

Roja Sêşemî 30’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Selah Ferecî” xelkê Bane bi sebeba teqeya rasterast hêzên  leşkerî yên hikûmetê li sînorê vî bajarî birîndar bû. 
 
Li gor çavkanuye agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî kolberî li sînorê “Zile” ya Bane kirine. 
 
Ev kolber di vê bûyerê de ji aliyê lingê xwe ve birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin. 
 
Selah Ferecî zewicî ye û du zarokên wî hene.