Girtiyekî Kurd li girtîgeha Sine hat îdamkirin
01:03 - 17 Tebax 2024
Sibeha roja Pêncşemî 25’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, girtiyekî 37 salî bi navê “Peyman Ela Vaysî” li girtîgeha navendî ya Sine de hate îdamkirin.
Ev girtî di çend rojên borî de ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.
Li gor çavkaniya agehdar a Kurdpayê, ev girtiyê han 5 salan berî niha bi tohmeta “kuştina bi bizanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îkamê lê hatibû birîn.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.