Li sînorê Serdeştê di encama teqeya hêzên leşkerî yên dewletê de kolberek hat kuştin

22:46 - 11 Tebax 2024

Roja Yekşemî 21’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Elî Resûlî” xelkê Mehabadê li sînorê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî kolberî li çiyayê “Dupaza” ya Serdeştê kirine. 
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Ev kolber yekser piştî teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest daye. 
 
Merasîma sersaxiya vî kolberî roja Duşemî 22ê Gelawêja 1403an a Rojî, li gundê “Koran” a ser bi bajarê Mehabadê tê lidarxistin. 
 
Elî Resûlî temen 33 salî, kurê Osman û Rebî`e, xelkê gundê “Koran” a Mehabadê û rûniştiyê bajarê Nelas a Serdeştê bû, zewicî ye û  zarokek wî heye.