Bokan; Pexişan Nebîzade bi danîna varimteyê hat berdan

11:51 - 11 Tebax 2024

Roja Pêncşemî 18’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Pexişan Nebîzade, jina Kurd a xelkê Bokanê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî heta dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiya han di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna  parêzger re bêpar bûye. 
 
 Nebîzade di destpêka Gelawêja sala 1403’an a Rojî de bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Bokanê hatibû veguhastin. 
 
Heta niha li drheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vê welatiya Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.