Berdewamiya binçavkirin û nediyarbûna çarenivîsa Mihemed Ferîq Şerîetpenahî
Tevî ku 3 meh bi ser binçavkirina welatiyê Kurd ê bi navê “Mihemed Ferîq Şerîetpenahî” xelkê Bokanê re derbas bûye, lê ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji hebûna mafê parêzgerê bêpar e û tenê çend caran pêwendiya telefonî bi malbata xwe re hebûye.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ji 20 rojên derbaûyî ve heta niha Şerîetpenahî tu pêwendiyek bi malbata xwe re nemaye û ev yek jî bûye sebeba dilgiraniya malbata wî.
Vê çavkaniya agehdar diyar kir: Di dema binçavkirina Mihemed Ferîq Şerîetpenah de, hêzên ewlehiyê gef li malbata wî xwaribûn ku nabe nûçeya binçavkirina kurê xwe di medyaya de belav bikin.
Mihemed Ferîq Şerîetpenah kurê Mamosta Necmeddîn xelkê gundê Hacî Ava ya ser bi navçeya Sîmîne ya Bokanê, roja 26ê Banemera 1403an a Rojî, bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Urmiyê veguhastin e.
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.