Girtîgeha Mehabadê; Elî Danêşî piştî danîna barimteyê hat berdan

17:39 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Çarşemî 3’ê Gelawêja 1403’an, welatiyekî Kurd bi navê “Elî Danêşî” xelkê Mehabadê, bi danîna barimteya Du milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyek haydar, Danêşî roja Sêşemî 2’ê Gelawêja 1403’ana Rojî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin. 
 
Sibeha roja Pêncşemî 21’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, hêzên ewlehiyê bi ser mala vî welatiyê Kurd de girtin û bêyî nîşanadana belgeya dadgehê, ew binçav kirin. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina vî welatî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.