Girtiyekî Kurd li girtîgeha Bîrcendê hate îdamkirin

16:27 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li gor rapora ajansa nûçan a Hal Weş, berbanga roja Sêşemî 2ê Gelawêja sala 1403an a Rojî, girtiyê Kurd bi navê “Vehîd Wehdanî” temen 33 salî û xelkê bajarê Bocnûrd, li girtîgeha Bîrcendê hat îdamkirin. 
 
Ev girtiyê hanê pêştir bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn. 
 
Li gor vê raporê, cezayê îdamê yê vî girtiyê bêyî hevdîtina dawî ya bi malbatê re hatiye birê ve çûye. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê Kurd ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.