Hesen Emînî, birayê Mihemed Emînî, yek ji qurbaniyên xwepêşandanên sala 1401î ya Rojî, ji bo derbaskirina cezayê xwe bo girtîgeha Sine hat veguhastin

20:28 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Yekşemî 31ê Pûşpera 1403an a Rojî, Hesen Emînî birayê Mihemed Emînî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Sine hat veguhastin. 
 
 Emînî ji aliyê taya 101an a dadgeha tawanan a Bokanê bi tohmeta “têkdana aramiya giştî” bi şeş meh û nîv heps û 40 derbên qamçiyan hat cezakirin û ev ceza roja Çarşemî 14’ê Pûşpera 1402’ana Rojî bi ser wî de hatiye birîn. 
 
Êvariya roja Înê 19’ê Pûşpera sala 1402’an a Rojî, Hesen Emînî tevî malbatên qurbaniyên  Sine, Dêgolan û Dîwandere piştî rêûresma li ser gorên qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, li goristana Eyçî Seqez û Bûkanê û li ber deriyê bajarê Seqezê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin. 
 
Navbirî di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzerekî diyarkirî re bêpar mabû   û di 26ê Pûşpera 1402an a Rojî de, piştî danîna barimteya 100 milyon Tûmenî, ji girtîgeha Bokanê bi awayekî demkî hatibû berdan. 
 
Di 16’ê Rezbera 1401’an a Rojî de, Mihemed Emînî kurê Gul Mihemed û xelkê taxa “Teqtan” a bajarê Sine, di xwepêşandanên Jin, Jiyan û Azadî de, bi guleyeke rasterast hat kuştin.