Li sînorê Serdeştê bi sebeba teya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê 3 kolber hatin kuştin û birîndarkirin

01:35 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2024

Sibeha roja Sêşemî 26’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, xortekî temen 19 salî bi navê “Kiyan Zeynî” xelkê Serdeştê, li sînorê “Qendîl”a vî bajarî, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve rastî teqeya rasterast hat û du xortên din jî birîndar bûn. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule li van kolberan reşandin. 
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: 2 birayên kolber bi navên “Peyman Qadrî” û “Keyvan Qadrî” ku di vê rûdanê de birîndar bibûn, ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Serdeştê hatin veguhastin. 
 
Ev her sê kolber xelkê gundê “Reşehîrimê” ya Serdeştê ne.