Kamiyaran; Binçavkirina Feyzullah Şadî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

01:33 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Yekşemî 24’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Feyzullah Şadî” temen 47 salî, xelkê gundê “Kavane” a ser bi bajarê Kamiyaranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku biryara dadgehê nîşan bidin, ev welatiyê han li cihê karê wî li Kamiyaranê binçavkirin e û cihê karê wî jî mohr kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Binçavkirina Şadî piştî belavbûna serxweşiya dapîra wî Meisûme Drûdî rûdaye, yek ji zarokên  Meisûme Dirûdî bi navê Osman Şefiî di sala 60`î de li şerê li gel hêzên komara Îslamî ya Îranê jiyana xwe ji dest da. . 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq çarenivîs û cihê ragirtina Feyzullah Şadî de nîne.