Bane: Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve bi giranî birîndar bû

07:05 - 6 Hezîran 2024

Roja Sêşemî 15’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Perwîz Qadrî” temen 29 salî xelkê Seqizê û rûniştiyê bajarê bajarê Bane, li sînorê bajarê Banê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên dewletê bi giranî birîndar bû. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re agihandiye, hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Nîrvan”a ser bi bajarê Bane bêyî haydarkirinek berê teqe li vî kolberî kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Di vê rûdanê de kolber bi sê gulleyan ji aliyê lingê xwe ve bi giranî birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Sine hat veguhastin e. 
 
Perwîz Qadrî êvariya roja Sêşemî 30’ê Xezelwra 1402’an a Rojî ji aliyê hêzên leşkerên hikûmetê ve jî hatibû birîndarkirin û ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Baneyê hatibû veguhastin. 
 
Her wiha roja Duşemî 14ê Cozerdana sala 1403an a Rojî, kolberek din temen 44 salî bi navê “Muzefer Esdrox” xelkê gundê “Çawg”a Merîwanê, di encama gullereşandina hêzên dewletê li ser sînorê “Savcî” a vî bajarî, birîndar bûye. 
 
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Fecer” a Merîwanê hatiye veguhastin. 
 
Ev kolber zewicî ye û du zarokên wî hene.