Pîranşar; Akam Xizrzade hat girtin û ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Neqdeyê hat veguhestin

01:00 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2024

Roja Yekşemî 10’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Akam naskirî bi (Ebdulselam) Xizrzade” xelkê gundê “Kanî Bidax” a ser bi bajarê Pîranşarê hate binçavkirin û bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Nexede hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han piştî derxistina biryara binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe de hatiye binçavkirin û bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Nexede hatiye veguhastin. 
 
 Xizrzade ji aliyê taya 102 a dadgeha tawanan a Pîranşarê bi serokatiya dadwer “Mecîd Emîrmihemedî” bi tohmeta hevkarî kirina bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê bi rêya “hilgirtin û ragirtina çekan” bi du sal heps hat cezakirin kirin.  
 
Akam Xizrzade ji dayîkbûyê sala 1375an a Rojî, roja Sêşemî  14ê Pûşpera 1401`an a Rojî, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Ev welatiyê Kurd, roja Şemî 19’ê Xermanana 1401’an a Rojî, ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo girtîgeha Nexede hatibû veguhastin û piştî danîna barimteyê roja Yekşemî 20’ê Xermenana 1401’an a Rojî, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.