Veguhastina Kamran Şêxe yê cezayê îdamê ji girtîgeha Qizilhisarê bo girtîgeha Mehabadê

21:55 - 3 Hezîran 2024

Li gor çavkaniya agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Roja Şemî 12’ê Cozerdana 1403’an a Rojî, Kamran Şêxe girtiyê ku cezayê îdamê li ser de hatiye sepandin ku 6 hevalên wî di heyama çend mehên borî de hatin e îdamkirin, ji girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê bê ku sedemek diyar bikin, bo girtîgeha Mehabadê veguhastin. 
 
Beriya niha hevdem ligel îdamkirina Xosrew Beşaret, raportek li ser veguhastina Kamran Şêxe bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hatibû belavkirin, lê çavkaniyên agehdar yên Kurdpayê, wê demê ragihandin ku, ew bo odeya takekesî nehatiye veguhastin. 
 
Sibeha roja Çarşemî 26’ê Banemera 1403’an a Rojî, cezayê îdamê yê girtiyê Kurd “Xosrew Beşaret” piştî derbaskirina heyama14 salan li girtîgehê û 14 rojên di odeya takekesî de, bêyî ku mafê hevdîtina cara dawî ya bi malbata xwe re, hat îdamkirin. 
 
Cezayê îdamê yên 5 hevalên wî yên din yên bi navên Enwer Xizrî, Ferhad Selîmî, Dawûd Ebdullahî, Qasim Abiste û Eyûb Kerîmî di heyama 7 mehan de bi rê ve çû. 
 
Kurdpa di 18’ê Banemera 1403’an a Rojî de, li ser hûrgiliyên dosyeya van heft girtiyên Kurd, raportek belav kir.