Penaberê kurd Newzad Elîmuradî ku ji Norwêcê bo Îranê hatibû dersînorkirin, li Tirkiyê dest bi xwekujiyê kir

00:26 - 21 Hezîran 2024

Di 30 Cozerdana 13403`an a Rojî de penaberekî Kurd ê bi navê Newzad Elîmuradî ku li welatê Norwêcê penaber bû, ber bi Îranê ve hat dersînorkirin û li yek ji firokexaneyên Tirkiyê de ji tirsa dîportkirina wî bo Îran , xwe kuşt. 
 
 Elîmuradî ev heyama 8 salan bû li Norwêcê bû û daxwaza mafê penaberiyê kiribû, lê di dawiyê de daxwaza wî ya penaberiyê hat redkirin û bi rêya firokeyê bo Îranê hat dersînorkirin. 
 
Ew niha li firokexaneyeke Tirkiyê di rêwiyan de ye û berî ku were şandin bo Îranê, xwe kuştiye. 
 
 Newzad Elîmuradî, temen 33 salî çalakvanê siyasî bû û  ew yek ji peyrewên ola Yarsan li bajarê Serpêla Zehawê ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye.