Pîranşar; Binçavkirina du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

01:18 - 7 Gulan 2024

Sibeha roja Duşemî 17’ê Banemera 1403’an a Rojî, du welatiyên Kurd ên bi navên “Simeye Qadrî” keça Tahir û xelkê gundê “Gezgesik” ya Pîranşarê û “Hisên Bayezîdî” kurê Mihemed xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku biryara dadgehê bidin, avêtine ser malên van her du welatiyan û ew binçav kirin e. 
 
Simeye Qadrî xwişka girtiyê siyasî yê Kurd Muhsin Qadrî ye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên van her du welatiyan de ti zanyariyek tine.