Li ser sînorê Bane kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

01:17 - 7 Gulan 2024

Êvara roja Yekşemî 16’ê Banemera 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Eta Rostempûr” xelkê bajarê Seqizê, li sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî kolberî li sînorê “Hengejale” ya Bane kirin. 
 
Terimê wî kolberî ji bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Bane hat veguhastin û heta niha jî radestî malbata wî nehatiye kirin. 
 
Eta Rostempur 40 salî ye, zewicî ye û sê zarokên wî hene.